Cafe Forum
Mizah: QIJIK Û RÛVÎ Uyeols10

Join the forum, it's quick and easy

Cafe Forum
Mizah: QIJIK Û RÛVÎ Uyeols10
Cafe Forum
Would you like to react to this message? Create an account in a few clicks or log in to continue.

Mizah: QIJIK Û RÛVÎ

Aşağa gitmek

Mizah: QIJIK Û RÛVÎ Empty Mizah: QIJIK Û RÛVÎ

Mesaj tarafından by-hacker Perş. Ekim 14, 2010 6:07 pm

Mizah: QIJIK Û RÛVÎ Photo-10Yazarımız Mehmet Doğala'dan yeni bir fabl.

Dibêjin yekî gundî hespek û kerekî wî hebû. Hespê wî hespekî bi hêl û mêl û esîl bû. Wî gelkî ji hespê xwe hez dikir. Wî her roj ew baş tîmar dikir û xwarina herî baş jî didayê. Lewma jî hesp gelkî bi kêf û liserxwe bû. Lê kerê reben halê wî ne tu hal bû. Ji baran him jar ketibû û him jî pişta wî kurmî bûbû.

Roja ku xwediyê wan dibû bajarvanî herdu jî bi xwe ra dibirin. Lê hemû bar, yanî ew tişt miştên ku ewê li bajêr bifrota tenê li kerê dikir û yekcaranan jî bi rê da lê siwar dihat. Ev yek ne carekê, hertim wiha bû, her cara ku dibûn bajarvanî bar tim li kerê bû û hesp jî vala, wisa bi rex wan diket.

Rojekê barê kerê ji yê hertim gelkî girantir bû. Demeke dirêj ji bo ku di bin bêr da nekeve, heta jê hat li ber xwe da, lê neda xwîyakirin. Lê dawiya dawî bala xwe dayê ku ewê nikaribe zêde dom bike, ku hinekî din jî here, ewê di bin bêr da dibêje terp û bikeve. Bi halekî stuxwar berê xwe da hespê û jê ra got:

-Birakê hesp, ez ketime bextê te hinekî alî min bike. Barê min îro pir giran e, ez di bin da mirim. Ez nabêjim bêr hemû rake, hema tenê hinekî ji ser pişta min rake bes e, ewê barê min hinekî sivik bibe. Ku tu alî min nekî, di bin vî barê giran da ezê bikevim û bimrim!

Hespê bi tinaz serê xwe li ba kir û got:

-Qet zêde dirêj neke, ez alîkariya te nakim. Çimkî barkişandin ne karê min e. Ev yek karê te ye û bi çi hawî be jî divê tu ji heqê xwe derkevî.

Kerê hejar dengê xwe nekir û riya xwe domand. Lê piştî ku hinekî din jî meşiya hêz tê nema û got gurm û ket erdê. Mêrik (xwediyê ker û hespê) got çirp û xwe ji ser hespê avêt erdê. Hewil da ku kerê rake. Lê kir û nekir ker ranebû. Bala xwe dayê ku bi rastî jî taqet di kerê da nemaye. Bi hêrs ji kerê ra got:

-Ez nikarim zêde serî li xwe bigerînim. Divê ez zû xwe bigihînim bajêr, hîn ku dinya li min germ nebûye. Û bala xwe da hespê û got:

-Tu ji kerê gelkî bi hêztir î, ji vir û wê da jî tu dikarê herduyan rake.

Û rabû barê kerê bi ber xwe ve kir û avêt ji ser pişta hespê da û dû ra jî ker kir himbêza xwe û da ser bêr. Hesp şeqizî lê nikarîbû tiştek jî bigota. Piştî ku hinekî çûn hespê hêdîka ji kerê ra got:

-Heq û misteheqê min e, dema te ji min alîkarî xwest min alîkariya te bikira nuha ez nediketim bin vî barê giran û tu jî ji di ser barê min da nedibû serbar.

Kerê got:

-Ê bira bela sebeb negotine, çê kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro!

by-hacker
by-hacker
Admin
Admin

Mesaj Sayısı : 62
Points : 167
Reputation : 0
Kayıt tarihi : 06/08/10
Yaş : 35
Nerden : ŞIRNAK

http://cafeforum.benimforum.org

Sayfa başına dön Aşağa gitmek

Sayfa başına dön


 
Bu forumun müsaadesi var:
Bu forumdaki mesajlara cevap veremezsiniz